'Ji bo aştiyek mayînde bê xwestin ezê jî canê xwe bidim'
09:07
JINHA
DÎLOK - Dayîka Rahime Tuncer a PKK yî ku di sala 2000'an de li navçeya Qilabana Şirnexê di şerekê de jiyana xwe ji destdayî Zahide Tuncer diyar kir ku keça wê ji bo rometê jiyana xwe jidest daye û got: "Ji bo aştiyek mayînde bê xwestin ezê jî canê xwe bidim."
Rahime Tuncer (Awesta) ya ku di sala 1997'an de tevlî nava PKK'ê bûyî di sala 2000'an de li navçeya Qilabana Şirnexê di şerekê de jiyana xwe jidest da. Dayîka Rahime Zahide Tuncer wiha qala jiyana Rahime ya ber beşdarbûna nava PKK'ê kir: "Beriya Rahime di sala 1990'an de kurek min tevlî nava PKK'ê bû. Rahime jî li peyî birayê xwe beşdarbû. Piştî şihadeta Rahime 6 mehan me cenazê wê girt û anî li Pirsusê defin kir." Zahide anî ziman ku keaç wê Rahime ji bo rometê jiyana xwe jidest daye û wiha domand: "Ji bo aştiyek meyînde bê xwestin ezê jî canê xwe bidim. Min zarokên xwe di vê tekoşînê de winda kirin. Êdî daxwaza min aştiye, bila dayîk bes bigirîn."
'Ji bo aştiyê emê dengê xwe bilind bikin'
Bavê Rahime Ramazan Tuncer jî bilêv kir ku ew bi xwe ji Pirsusêne beriya 34 salan hatine li Dîlokê bicîh bûne. Ramazan destnîşan kir ku dema keça wan Rahime beşdarî nava refên PKK'ê bûye 18 salî bû û wiha berdewam kir: "Berî biçe bi tevgerên xwe çuna xwe dida hîs kirin. Min wê demê ji hevsera xwe re got; 'Rahime nazewice dê biçe.' Min ji keça xwe re qala zoriyên jiyana gerila dikir, lê wê bi ken serê xwe dihejand. Paşê tevlîbû û şehîd ket. Şevekê ez diçum Pirsusê telefona min girtî bû, di hindirê min de nerihetiyek hebû. Paşê dema ku ez vegeriyam Dîlokê min di derê mala me de qerebalixek dît. Dema ku ez ketim hindir hînbûm ku keça min gihiştiye şihadetê. Wê demê min got; 'Şehîd namirin.' Em aştiyê dexwazin û emê ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin."
(zt)