Nilgun Yildirim: Divê mafê wekheviyê bê dayîna koçberan

09:08

JINHA

STENBOL - Ji ÎKGV yê Nilgun Yildirim Şener diyar kir ku ew bi koçberên Suriyê re hevdîtin dike û got: "Malek koçber biçinê nîne. Niha li Suriyê şer bisekine jî herî kêm 5 salên dinê koçber dê bi me re bin. Divê dev ji hişmendiya koçberan weke 'Mêvan' dîtinê bê berdan û weke hemwelatiyan li wan bê nêrîn. Divê mafê welatîbûnê bê dayîna wan."

Ji ber şerê navxweyiyê Suriyeyê koçberên hatine aliyê Tirkiyê rastî newekhevî û gotinên nefretê tên. Jin bi tirsa tacîz û tecawîzê dijîn. Koçberên ku ji ber şerê navxweyî reviyane, bi hêviyekê berê xwe dane Tirkiyê, li Tirkiyê rastî binpêkirinên mafê tenduristî, perwerde û herî giring jî binpêkirina mafê jiyanê tên. Koçberên Suriyê yên ku li Tirkiyê ne xwediyê ti mafanin ji bo jiyanek baştir bi rêyên qaçax ber bi Ewrupa yê ve diçin. Ji Wexfa Pêşdebirina Çavkaniyên Mirovan (ÎKGV) ê ya ku têkiliyên wan bi koçberan re heyî Nilgun Yildirim Şener da zanîn ku li Tirkiyê koçber pirsgirêkan dijîn, divê demek ji ya dinê zutir ev pirsgirêk bên çareserkirin.

'Koçber ji vegera Tirkiyê ditirsin'

Nilgun destnîşan kir ku pirsgirêkên herî sereke yên koçberan hewandine û wiha domand: "Cihê hewandina koçberan nîne. Dema ku dixwazin mal bigirin jî bihayê malan gelek giranin, ji bo wê jî pirsgirêkan dijîn. Divê ev rewş bê başkirin. Dema ku em dipirsin çima we qeyîdên xwe çênekirine diyar dikin ku ew dixwazin bi rêyên qaçax bi deverekê ve biçin, ji carekdin vegera Tirkiyê ditirsin. Ti cihê ew biçinê nîne. Niha şer li Suriyê bi qede jî herî kêm 5 salên dinê ev koçber dê li gel me bimînin. Divê dest ji hişmendiya koçber weke 'mêvan' dîtinê berdin, êdî wan weke welatiyên vêderê binînin. Divê mafê welatîbûna hevbeş bê dayîna wan."

'Li qereqolan taciz berdewam dike'

Nilgun anî ziman ku ji ber şideta zayendî û civakî 89 jinan serî li wan daye û wiha berdewam kir: "Heta jinên di dema şer de rastî tecawîzê nehatine jî ji rewşê bandor bûne. Ji ber her dem bi tirsa tacîz û tecawîzê dijîn. Jin ji derketina derveyî Tirkiyê jî ditirsin, her dem li gel newekheviyê jî rastî tacîzê tên. Dema ku rastî tacîzê tên jî serî li qereqol û dozgeriyê nadin. Ji ber li qereqolan jî rastî heman kiriyaran tên." Nilgun bilêv kir ku divê bi lezgînî pirsgirêkên jinên koçber tên çareserkirin û wiha dom kir: "Ez bang li hemû rêxistinên jinan dikim. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hun gelek dereng mane. Divê bi lez bên bahev û pirsgirêkên jinên koçber çareser bikin. Divê jinên Tirkiyê bi jinên koçber re bên bahev û pirsgirêkên wan çareser bikin."

'Gotinên nefretê jinên gelek bandor dike'

Nilgun derbirî ku tenê pirsgirêkên jinên koçber ne êrîşên zayendîne û wiha pêde çu: "Ji ber nêrînên newekheviyê jin rastî zoriyan tên. Dema ku diçin cihekê rastî gotinên nefretê tên. Her dem gotinên weke 'Em li wê wiha nebûn, jiyana me gelek cudabû' dibêjin. Em dikarin dem dirêj li gel wan bibin. Divê dawî li gotinên nefterê bên, ji ber ew gotin jiyana koçberan bandor dike."

'Ji bo ku li Tirkiyê nejîn xeniqînê tercîh dikin'

Nilgun wiha qala polîtîkaya Tirkiyê ya ser koçberan kir: "Ji şerê Suriye reviyan hatine vêderê, lê ti alîkariya wan nayê kirin. Ji bo ku li vêderê bijîn, li kolanan ji xwe re digerin. Dema ku dikevin karekê jî bi pereyek kêm didin xebitandin. Ji aliyê karkerên dinê ve jî rastî newekheviyê tên. Ji bo ku koçber li Tirkiyê jiyanek wiha nejîn xeniqînê tercîh dikin, bi rêyên qaçax direvin Ewrupayê."

(zt)