Ji bo akademisyenê zimanê nêrza bikaranî lêprisîn

09:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Karabukê di derbarê akademisyenê li hember xwendekaran zimanê nêrza bikaranî de lêpirsîn hat vekirin.

Li Zanîngeha Karabukê di derbarê akademisyenê bi navê Erkan Likos ê li hember xwendekaran di 2 yê berfanbarê de di dema wanedayînê de zimanê nêrza bikaraniyî lêpirsîn hat vekirin. Dema ku di waneyê de bertekên xwendekaran zêdebûn Erkan wane terikand û derket. Li ser wê jinên xwendekar çun oda mamostayan û diyar kirin ku mamosta li hemberî wan zimanê tacîz, tecawîz, zayendî û nêrza bikaraniye û gotin: "Emê di nava zanîngeha xwe de li hember tacîz, tecawîz û dijminên jinan her dem tekoşîn bikin."

Ser giliyê xwendekarên jin li zanîngehê di derbarê Erkan Likos de lêpirsîn hat vekirin.

(zt)