YPJ-Şengal: Xeyalên Bêrîvanan neqşa rêya me ye

10:13

JINHA

ŞENGAL - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) bi daxuyaniyekê gerîlaya YJA Starê Dunay Zat Seîd Hesen (Bêrîvan Şengal) a di meha Mijdarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) bi daxuyaniyekê gerîlaya YJA Starê Dunay Zat Seîd Hesen (Bêrîvan Şengal) a di meha Mijdarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.YPJ-Şengal'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êş û azar dema jê ders bê dexistin, gelek tiştan fêrî mirovan dike û got, "Weke civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî ji dîrokê heta niha me gelek êş kişandine. Li ber çavên me zarokên me hatin qetilkirin, bav û birayên me hatin kuştin û destdirêjî li me hat kirin. Gelekan ji me, ji bo nekevin destê neyaran xwe ji tehtan avêtin û xeniqandin. Lê 3'ê Tebaxê ne weke fermanên din bû. Wekî her carê, dijminên mirovahiyê êrîşî me kirin. Lê vê carê em ne bi tenê bûn. Keç û xortên şervanên azadiyê hatin hawara me û em rizgar kirin."

'Keçên Êzidî fêmkirin ku divê xwe nekujin, divê bijîn û tola xwe hilînin'

YPJ-Şengalê da xuyakirin, ku di 3'ê Tebaxê de di şexsê wan de heqîqet careke din derket holê, ku eger jin li ber xwe bide ti hêz wê nikaribe jinê bişikîne û destnîşan kir ku şervanên YJA Starê ji mirinê jiyan ava kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku keçên Êzidî yên ji bo nekevin destê dijmin bi tenê dikarîbûn xwe bikujin, êdî fêm kirin ku divê bijîn û tola xwe hilînin.

'Bi YJA STAR'ê re me hêz û kudreta jinên Kurd dît'

YPJ-Şengalê destnîşan kir ku YJA Starê pêşengî ji wan re kiriye, ew fêrî jiyaneke nû kiriye û got, "Bi têkoşîna keç û xortên ji agir û rojê re, me rûpeleke nû di jiyana xwe vekir. YPJ-Şengal li dijî kuştinan, hovîtî û bêbextiyê hat avakirin. Bêguman îlhama me YJA Star bû. Bi wan re me hêz û kûdreta jinên Kurd dît. Wan em vegerandin dîroka me ya bi berxwedanê xemilî bû. Weke tovên Xatûna Nesra em li ser koka xwe, xwe ji nû ve şîn dikin."

'Bêrîvan Şengal ji me re bû pêşeng'

YPJ-Şengalê ragihand ku di vê meşa pîroz de Bêrîvan Şengalê ji wan re pêşengî kiriye û weke yekemîn keça Êzidî ya Şengalê hêz û kûdret bi xwe re dît û tevlî refên YJA Starê bû. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi bîr û baweriya ji hevala Bêrîvan wergirtî re em hemû tevlî têkoşînê bûn. Bi wê re me dît ku keçeke Êzidî dikare çiqas rola xwe di guhertina civakî de bilîze. Di meha Mijdarê de hevala Bêrîvan Şengal li warê berxwedanê, li çiyayên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bû. Êşa me mezin e, lê berpirsyariya me bi êşên me re mezintir dibe. Em weke şopdarên Bêrîvanan dizanin ku barê me ji berê girantir bûye. Em ji Rêber Apo, hemû malbatên şehîdan, hevrêyên Bêrîvan, bi taybetî jî malbata hevala Bêrîvan a welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em li vir soz didin hemû şehîdên xwe ku YPJ-Şengal heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bibin şopdarên wan. Xeyalên Bêrîvanan neqşa rêya me ye. Sekin û jiyana wan wê rêya me ronî bike. Serê hemû Kurdistanê û jinên têkoşer sax be."

(rc)