Cudî Teber a ku li Nisêbînê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

10:23

JINHA

MÊRDÎN - Ciwanê bi navê Cudî Teber a ku di encama guleya ku ji wesayîta zirxî li Nisêbînê hatî avêtin, birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî îlankirina 5. qedexeya derketina kolanan, li Taxa Dîcleyê ciwanê bi navê Cudî Teberî a di encama guleya ku ji wesayîta zirxî hatî reşandin bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de di encama êrîşê tîmên taybet de, Mehmet Emîn û ciwanek ku navê wî ne hat zanîn jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bû. Ji birîndaran Cudî Teber ya li Nexweşxaneya Dewletê a Nisêbînê mudexelya despêkê hat kirin, piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

(rc)