Mizgefta dîrokî ji hewa de tê bombakirin

11:12

JINHA

AMED - Ji ber êrîşên hewayî li Sur Kurşunlu Camî hat texrîb kirin.

Li navçeya Sura Amedê di roja 6'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Hat zanîn ku Kurşunlu Camiya dîrokî ji hewa de tê bombakirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 6 rojên bi çekên giran û êrîşên hewayî ser Surê de ji bo ku polîs cenazên xwe ji ber Kurşunlu Camiyê bigirin, ji hewa de wê deverê bombabaran dikin. Di encama bombabaranê de Kurşunlu Cami hat texrîbkirin.

Li Surê êrş berdewam dikin.

(zt)