Li Nisêbînê welatiyê hedef hat nîşandan birîndar bû
12:02
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê tîmên taybet ji wesayîta zirxî ciwanekî gulebaran kirin û di encama êrîşa polîsan de ciwan ji zikê xwe giran birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, qedexeya derketina kolanan a 5'emîn, di roja duyemîn de berdewam dike. Li taxên Firat, Abdulkadîrrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê jî êrîşê polîsan berdewam dike. Bi taybet li ser Cadeya Cagcagê ku her 4 taxan digihîne hev, êrîş giran bûne. Gulebarana ji wesayîtên zirxî yên tîpa kobra taxan ku di saetên şevê de destpêkir, heya sibehê berdewam kir. Polîs, bi taybet di êrîşan de trafoyên elektîrê hedef digire. Di saetên sibê de, li kolana kanal a taxa Firatê, ciwanekî bû hedefa tîmên taybet. Ciwanê ku navê wî nehat zanîn, ji wesayîta zirxî hate gulebaran kirin û ji zikê xwe giran birîndar bû. Polîs destûr neda ku ambulans were cihê bûyerê û welatî ciwanê birîndar di nav betaniyê de gihandin ambulansê. Ciwanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Her wiha, li derdora otogara kevn a taxa Firatê teqînek tund pêkhat. Piştî teqînê, hejmarek zêde wesayîtên zirxî û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
(zt)