Li Nisêbînê welatiyek din jiyana xwe ji dest da

12:34

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya derketina kolanan li car taxan hat îlan kirin, êrîş destpêkir. Di encamê êrîşê de ciwanê bi navê Mahsum Alpdogan (19) bi giranî birîndar bû. Mahsum piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Nisêbîn jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan a 5. di roja duyemîn de berdewam dike. Di saetên sibê de, li kolana kanal a taxa Firatê, ciwanê bi navê Mahsum Alpdogan bû hedefa tîmên taybet. Mahsum Alpdogan a ku ji wesayîta zirxî hate gulebaran kirin û ji zikê xwe bi giran birîndar bû, ji ber destûra ketina ambulansê ne hat dayîn, Mahsum demek li erdê ma. Bi alîkariya welatiyan Mahsum di nava bataniyê de pêçan û gihandin ambulansê. Mahsumê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Nisêbînê rûxmî hemû mudexeleyan jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Mahsum rakirin morga Nexweşxane Dewletê ya Mêrdînê.

Di encamê êrîşên ser Taxa Dîcleyê ciwanê bi navê Cudî Teber a ku birîndar bibû, ew jî îro li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû. Di heman demê de di encama êrîşê tîmên taybet de ciwanê bi navê Mehmet Emîn Înan û ciwanê ku navê wî ne hat zanîn jiyana xwe ji dest dan.

(rc)