Ji Şêxmeqsûd banga vekirina korîdara mirovahî hat kirin
13:02
JINHA
HELEB - Heyva Sor a kurd li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bang li hemû rêxistinên mirovî û yên bijîşkî kir ku ji bo ku derman bighêje welatiyên taxê korîdorek mirovahî vekin û derman bighînin welatiyên taxê.
Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û alîgirên wan ji 28’ê Îlonê ve ambargoyek giran daniye ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in. Çete nahêlin ku pêdiviyên jiyanî, derman û sotemenî derbasî taxê bibe. Ev yek jî dihêle ku welatiyên taxê di vê demsala zivistanê de, di rewşeke trajîdîk de bijîn.
Çete li gel ambargoyê êrîşên giran jî dibin ser welatiyên taxê. Çete taxê bi çekên giran ên weke topên hawanê û cehnemê topbaran dikin. Di encama topbaranê de heta niha welatiyekî û 3 zarokan, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 90 welatî birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan. Bi domandina êrîş û amabargoya li ser taxê welatî di rewşeke zehemet de dijîn. Bi taybet jî birîndar, ên ku nikarin li derveyê taxê bên dermankirin yan jî deraman ji wan re derbasî taxê bê kirin.
Di taxê de tenê navendeke tendurustiyê heye ew jî navend Heyva Sor a kurd e. Li vê navendê hem nexweş û hem jî birîndar tên dermankirin. Lê belê dermanê ku heyî pir kêm e û têra nexweş û birîndaran nake. Derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Heyva Sor a kurd û Endama Komîna tendurustiyê ya taxê Şemîran Ehmed diyar kir ku ji ber ambargo û êrîşa çeteyan dermanên, li navendê heyî, ber bi dawiyê ve diçin û wiha dom kir: “Ji ber kêmbûna deraman em nikarin welatiyên ku di topbrana çeteyan de birîndar dibin, derman bikin. Ji ber vê yekê jiyana welatiyan di metirsî û xetereyek e mezin de ye." Şemîran di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovî û bijîşkan kir ku ji bo gihandina derman û alîkariyên mirovî ji welatiyên taxê re, di zûtirîn dem de destwerdan bikin û korîdorek mirovî vekin.
(rc)