HDP û DBP'ê bang li gelê Amedê kirin
13:03
JINHA
AMED - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê, têkildarî "qedexeyên derketina derve" bang li gel kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê de ev agahî hatin dayîn: "Qedexeyên derketina derve li herêma me veguherandina pêkanîneke timî û tên dewamkirin. Bi van qedexeyan re gelek mirov jiyana xwe ji dest didin û bihûqiyeke mezin tê kirin. Ji ber qedexeyên derketina derve ku heta roja îro li gelek navçeyên herêma me hatine ragihandin, bi dehan welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûne."
'Em her roj saet 18.00'an de deng derxînin!'
Di daxuyaniyê de ji bo protestokirina qedexeyên derketina derve û zexta hêzên dewletê, banga çalakiyan hat kirin. Rêxistinên Amedê gotin, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku her roj saet 18:00'an de derkevin ber deriyê xwe, deng derxînin û lampeyên li malê vêxin û vemirînin."
(rc)