Dayîkên Aşitiyê yên Pirsûsê bang li hemû dayîkan kirin

13:44

JINHA

RIHA - Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Pirsûsê, daxwaz kirin ku dawî li qedexeya derketina kolanan were dayîn û bang li dayîkan kirin ku ji bo zarokên xwe dakevin qadan.

Qedexeyên derketina kolanê ya li Kurdistanê û komkujiyên ku bi navê qedexeyan têne kirin, ji aliyê endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Pirsûsê ve hate protestokirin. Dayîkên Aşitiyê li avahiya navçeyê ya DBP'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê li hemberî qedexeyên li Kurdistanê û zilma dewletê ya li Sûr û Nisêbînê berdewam dike, rawestin.

'Kurdistan û Tirkiye ya me hemûyan e'

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aşitiyê Zelîha Ozcan, di serî de dayîkên polîs û leşkeran, bi van gotinan bang li herkesî kir: "Bila herkes dakeve qadan. Bila bêjin 'Em şer naxwazin, aşitiyê dixwazin.' Ev ax têrî me hemûyan dike. Kurdistan û Tirkiye ya me hemûyan e."

Zelîha, dayîkên aşitiyê ku ev hefteyek e li Sûrê çalakiya mertalên zindî berdewam dikin jî silav kir û got "Em bang li hemû dayîkan dikin. Rabin û ji vî şerî re bêjin bes e." Piştî daxuyaniyê, hemû dayîk bi yekdengî dirûşmeya "Bijî aşitî" berz kir.

(rc)