Jin eleqe nîşanî kursan didin

13:52

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Sumerparkê kursên bo hobî û bi mebesta perwerdeya pîşeyî vekirine, jin gelek eleqe nîşanî wan didin. Ji van kursan 354 kes sûdê werdigirin û 268'ê jin beşdar bûne. Kursiyer piştî ku perwerdeya teorîk û pratîk digirin, dikevin nav jiyana kar.

Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî ya Serektiya Daîreya Karên Civakî a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bo hobî û bi mebesta perwerdeya pîşeyî kurs dan despêkirin. Beşdariya jinan di van kursan de pir zêde ye. Kursên Çêkirina Pêlîstokên Darîn, Çînî-Seramîk, Camkarî, Venêrtina Çerm û Rû, Berdestiya Aşpêjiyê, Pastekarî, Kompûtera Jimaryariyê, Bikaranîna Kompûterê, Kuafêrî, Wêne, Saz-Koroya Ciwanan, F-Klavye û Gîtarê têne dayîn, 354 kes ji van kursan sûdê werdigirin û 268ê wan jî jin in. Îsal kursên Çêkirina Pêlîstokên Darîn, Camkarî û Pastekarî jî li kursên heyî hate zêdekirin û piştî ku bajêr bo Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê hate wergirtin dê Kursa Karkeriya Keviran jî li van bête zêdekirin û kursên ku meha mijdarê dest pê kirin dê heta dawiya salê bidomin.

Jin perwerdeya teorîk û pratîk dibînin

Kurs nava hefteyê û dawiya hefteyê têne kirin, jin herî pir beşdarî Atolyeya Tesktîlê (50 kes) dibin, Saz-Koroya Ciwanan (42 kes) û Kuafêrîyê (20 kes) beşdar dibin. Jin bi vê perwerdeyê re ji xwe re kar peyda dikin. Bi taybetî jî jinên ku kursên Tekstîl, Venêrtina Çerm û Rû, Berdestiya Aşpêjiyê, Kompûtera Jimaryariyê û Kuaforiyê bi serkeftî diqedînin, delîve dikeve destê wan ku karekî di van waran de ji xwe re peyda bikin. Ji bilî kursên pîşedariyê heman demê jin bi mebesta hobî beşdarî kursên Saz-Koroya Ciwanan, Gîtar, Wêne, Camkarî, Çînî Seramîk û Çêkirina Pêlîstokên Darîn dibin. Jin hin kursan tenê bo hobî beşdar dibin heman demê di encama kursên Camkarî û Çînî Seramîkê de jî derfeta bidestxistina karekî dikeve destê wan.

Ji bo jin bikaribin bi awayekî rehet ji kursan sûdê werbigrin dema ew di kursê de ne Zarokistanên ku li Sumerparkê ne li zarokên wan dinêrin.

Kursa ziman jî heye

Her weha Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî hersal kursa zimanê kurdî jî li vê derê vedike, eleqe bo vê kursê pir heye. Kurs di asta destpêkê û asta yekem tê dayîn, perwerdeya kursan jî ji aliyê mamosteyên KURDÎ-DERê ve tê dayîn.

(rc)