'Kurê min ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da'

14:05

JINHA

MÊRDÎN - Dayîka Cudî Teberê serê sibê li Nisêbînê jiyana xwe jidest dayî Behiye Teber diyar kir ku ji ber pilîsan destur neda derbasbûna wan, ji ber windakirina xwînê kurê wê jiyana xwe jidest da û got: "Hemû ciwanên me qetildikin. Ji me çî dixwazin. Ger difikirin dê me wiha biqedînin, xwe dixapînin. Emê li peyî zarokên xwe bin."

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Li Kolana Ziyan ya Taxa Dicleya Nisêbînê ciwanê 23 salî Cudî Teber duh ji aliyê polîsan ve hat birîndar kirin û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest da. Malbata Cudî Teber li Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê li benda girtina cenaze ne. Li ber nexweşxanê dengê lorînan bilind dibe. Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema Cudî derket kolanê hat gulebarankirin ji aliyê polîsan ve. Şahidan dan zanîn ku dema abolans hatiye Cudî bigre sê car hatiye sekinandin, ji ber windakirina xwînê li gel hemû hewildanan jî nehat rizgarkirin.

'Gelek xwîn windakir'

Dema ku rapora otopsiyê ya Cudî tê amadekirin dayîka wî Behiye Teber destnîşan kir ku ji bo kurê wê xwarina ejalan biditê ji malê derketiye û wiha domand: "Em di hindirê malê debûn. Kurê min ji bo xwarina çêlê biditê ji malê derket. Piştî wî hema dengê qêrînan hat. Ez derketim berderî. Min bi carekê re dît kurê min di nava xwînê de digevize. Bi saetan em li wê man, destur nedan em derbas bibin. Paşê jî piştî Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê ew şandin Mêrdînê. Lê gelek derenkbû. Ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest da. Ji xwe dema ku me gihandi vêderê bijîşk diyar kir ku ji windakirina xwînê hişê wî sekiniye."

'Ger difikirin dê me wiha biqedînin xwe dixapînin'

Behiye ya ku bi lorandina li benda girtina cenazê kurdê xwe sekiniye wiha got: "Li Nisêbînê bi tang û topan êrîşî me dikin. Ciwanên me qetildikin. Ger difikirin dê me wiha biqedînin xwe dixapînin. Cudî yek biçe bi hezaran Cudî dêbên cihê wî. Em ji wan natirsin. Emê li peyî zarokên xwe bin. Ez hêvîdarim ku ew jî êşa me kişandî bibînin."

(zt)