'We Çekvarek ne bi hezaran Çekvar avakir...'
16:04
JINHA
AMED - Ji bo Çekvar Çubuk a ku li Surê hatî qetil kirin, tevî hevalên wî ên dibistanê û malbat qarenfîl danîn cihê wî. Hevalên wî, "We Çekvarek din avakir, heya bi sedan bi hezaran Çekvar avadibe."
Li navçeya Surê yê Amedê piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan di 2'ê Kanûnê de Çekvar Çubukê (15) ji aliyê sekvanan ve hat qetil kirin. Îro Çekvar li lîseyê hat bîranîn. Heval û malbatê Çekvar li baxçeya Lîseya Telekoma Tirk bi sirûda "Çarxa Şoreşê" xwendin û deqeyek rêz girtin. Durişemyên "Dewleta qatil dê hesabê bide", "Şehît Çekvar nemire", "Bijî Serok Apo" hat berz kirin û ji hevalê Çekvar Kader Demîr daxuyanî hat xwendin. Kader got, "Dewlet dixwaze berxwedaniya xwerêvebirina Nisêbîn, Cizîr, Dêrik, Gever, Ferqîn û Surê bişkîne. Berê hemû polîtîkayên qirêj ên dewleta TC'ê dane vê herêmê."
'Bi hinceta bombevane qetil kirin'
Kader bal kişand ser pêvajoya ku tê jîn û da zanîn ku gelek kes hatine qetil kirin û wiha pêde çû, "Şehît Çekvar yek ji wan e. Berî vê ji aliyê mudirê dibistanê ve bi hinceta 'bombevane' hedef nîşan dan. Piştre wesayîtek bê plaqe hat û wî ji dibistanê birin. Piştî 5 rojan hêzên dagirker ên xwe xistine qilifê DAIŞ'ê û xwe bi navê 'Tîmên Esadullah' didin nasîn Çekvar şehît xistin. Ez ji vir bang li mudiran dikim; We Çekvarek din avakir, heya bi sedan bi hezaran Çekvar avadibe."
'Li polê wêneyê Çekvar hat darxistin'
Bavê Çekvar Hûseyîn Çubuk jî da zanîn ku mudîran her xwestina Çekvar bidin tirsandin û wiha berdewam kir: "Serî li gelek rê dan, lê Çekvar serê xwe bi yekî re jî ne êşand. Xwendina xwe domand. Lê kurê min qetil kirin. Berpirsyarê vê mudîr û dewlete. Çekvarek çû lê ên niha li vir hemû amedene Çekvarê min in. Ez ji bo kurê xwe li virim û serê min bilinde."
Xwendekarên Lîseya Telekoma Tirk diyar kirin ku ew ji bo Çekvar biryar dane 'Marşa Îstîklalê' nexwînin û diketina dibistan û polê de posterê Çekvar hatin daliqandin û bi dorê qaranfîl hatin danîn.
(rc)