Li Nisêbînê jinek qetilkirin

16:40

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di encama gulebarana sekvanan de jina bi navê Fehime Akti ya 55 salî jiyana xwe jidest da.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê dibin qedexya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Di êrîşan de Fehime Akti ya 55 salî jiyana xwe jidest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Fehime ya li Taxa Yenişehirê jiyan dikir di gulebarana sekvanan de jiyana xwe jidest da. Cenazê Fehime rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku Fehime dayîka Ali Yucel ê birîndare. Li gel Fehime di 2 rojên qedexeya derketina kolanan li Nisêbînê de 4 welatî hatin qetilkirin.

Ser taxên Firat, Dicle, Abdulkadirpaşa û Yenişehirê êrş berdewamin. Li Taxa Firatê malek şewitandin.

(zt)