Li Antalyayê 2 girtiyên jin bê agahî hatin sirgunkirin

16:43

JINHA

ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê, girtiyên jin ên bi navê Mizgîn Ozer û Emîne Parlayan, bêyî ku tu agahî ji parêzer û malbatên wan re were dayîn, sirgûnî Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê, girtiyên jin ên bi navê Mizgîn Ozer û Emîne Parlayan ku di 5'ê Cotmehê de di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn girtin, bêyî ku tu agahî bidin parêzer û malbatên wan, sirgûnî Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hatin kirin. Malbatên her 2 girtiyan, dema ji bo hevdîtinî çûn girtîgehê hîn bûn. Xwişka Mizgîn Ozer, Rahşan Ozer bertek nîşanî sirgûnan da û got "Sewqa bêyî agahiya malbat û parêzeran ne bi edalet e."

Parêzer Hakan Evcîn jî da zanîn ku derbarê muwekîlên wî de hê îdianame jî nehatiye amadekirin û wiha berdewam kir: "Ji ber sewqa hatiye kirin dê têkiliya min a bi muwekkîlên min re bikeve tengasiyê." Hakan her wiha daxwaz kir ku her 2 girtî car din sewqî Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê werin kirin.

(zt)