Li Geverê dibin qedexeyê de welatiyê bi navê Ersîn Aydîn qetilkirin
08:12
JINHA
COLEMÊRG - Piştî li Nisêbînê û Surê bi rojana qedexeya derketina kolanan berdewam dike li navçeya Gevera Colemêrgê jî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî di seatên şevê de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin polîsan êrîş li gel kir û welatiyê bi navê Ersîn Aydîn qetil kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Walîtiya Colemêrgê têkildarî qedexeyê de daxuyanî da û wiha got: "Li navçeya Geverê bi temamî di 07'ê kanuna 2015'an seat di 23.00'an de heya fermanekî duyemîn qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin û ketin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin."
Bi îlankirina qedexeya derketina kolanan polîsan êrîş li gel kir û welatiyê bi navê Ersîn Aydîn qetil kirin. Li navçeyê qedexeya derketina kolanan seat di 01.00'an de bi anonsên ji wesayîtên zirxî hatin kirin hate ragihandin û di heman seatan de bi dehan wesayîtên zirxî li ser riya Şemzînan hatin bi cihkirin. Pişt re polîs bi wesayîtên zirxî ketin taxa Qişlayê û Konê Mertalên Zindî şewitandin û bi kepçeya zirxî Mala Gel a taxê xira kirin.
Polîsên tax gulebaran kirin welatiyê bi navê Ersîn Aydin bi giranî birîndar kirin. Ersîn Aydin ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletkê ya Geverê jiyana xwe ji dest da.
Serê sibê gel ligel qedexeya derketina kolanan derket kolanan û berbi Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û taxa rastî êrîşê hatî ve herikîn.
(zt)