Li Dêrgûlê aşê jinan bi salane li dijî kapîtalizmê digere
09:19
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê jinan piştî ku palehiya kunciyan xilas kir vêcarê jî dest bi çêkirina tihînê kirin. Jinên ku kunciyan di aşê avê de dihêrin kevneşopiya bi hezar salan pêre dewam dikin û dibêjin ku tehîna aşê avê gelek xweşe û ew salê sê mehan vî karî bi kedek hevpar dikin.
Li başaroka Dêrgûlê ya Şirnexê em rastî aşek avê yê ku hemû kedkarê wê jinin hatin. Gelek aşên wiha li herêmê hebûne, lê niha nemane, yên ku bermahiyê wan mane jî êdî nayên xebitandin. Ev aşê Dêrgulê bi sedan sale digere, kes dîroka vî aşî nizane. Av ji jorde tê xwarê û çerxê aşê digerîne nîşan dide ku aş êdî gelek kevne. Aş bi keda jinan û qeweta avê digere. Êdî di aşt de gelek karê hêrana genim û kirina ar nîne. Jinên ser aş dixebitin dan zanîn ku êdî kizwan jî nemane wek berê, weke berê kes savar jî nakelîne lê hê jî kuncî di vî aşî de bi destê jinan tên hêran û dibe tehîn. Barfa Salê ya yekem li Cudî û Gabar ketiye Dêrgûlê di navbera her dû çiyayan de xwediyê dîrokek kevnare ye. Berf li Dêrgûlê nehatiye lê gelek sare. Em dema dikevin hûndir em dibînin 4 jin li ber agir çay vedixwin ji alîyekî de jî karê xwe dewam dikin. Yek kunciya diqelîne yek kunciyên qelandî valadike, yek jî tehîna ku çêbiye valadike. Tehîn di nav hevkariya keda jinan de çê dibe. Ev aş jiyana jinan ji hemû teknolojiyê dur digere.
Tehîn bi kedek komînal çêdibe
Jina bi navê Meqbûle destnîşan kir ku karê tehînê karek zehmete û wiha behsa çêkirina tehîn kir: "Berê me bi xwe kuncî diçandin, lê em niha dikirin. Em pêşî kunciyan dişon piştî ku kunciyê me zuhabûn, em çend jin li dorê dicivin û hêdî hêdî kunciyan dikutin. Dure jî piştî kutanê em dîsa dişon û em qalikê ku bi ser avê ketine ji kunciyan vedikin û kûnciyan dîsa zuha dikin. Dure em kunciyan tînin vî aşî û li ser kuçik diqelînin. Divê em bi germîtî vala bikin.”
Meqbûle bilêv kir ku ew ji zaroktiya xwe heya niha vî karî dike û wiha demand: "Tehîna aşê avê ji aşê ceyranê xweştire. Tehîna aşê ceyranê dema sar dibe nexweş e.” Meqbûle anî ziman ku berê wan kewzan jî di vî aşî de hêraye lê niha kewzan nemane û wiha pêde diçe: "Darê kewzanan hemû birîne. Berê me gelek tiştên weke tehîn û sabûnê ji kewzanan çêdikir. Me berê genim jî li vî aşî di hêra bêhna nanê me diçû esmana, hewqas bêhna nanê me xweşbû.”
Jina bi navê Eyşe jî diyar kir ku ew bi salane vî karî dike û ew nizane bê ev aş çend salin heye û wiha axivî: "Ev aş ji kal û pîrên me maye. Ez nizanim ev aş cend sale heye, lê me xwe dîtiye ne ditiye ev aş heye.” Eyşe anî ziman ku aşê wan wek berê xebite tenê sê mehan ji bo çêkirina tehînê dixebite û wiha dom kir: "Berê me ar, savar û tehîna kewzanan jî di vî aşî de çêdikir. Lê niha êdî kes wan tiştan çênake, tenê em tehîna kunciyan çêdikin.”
Eyşe bilêv kir ku ew bi dorê tehênê çê dikin, heya hemû kar xilas dibe û ev tişt anî ziman: "Em agirê xwe bi şev û roj na temirînin û tehînê çê dikin.”
(ma-ai/zt)