Jinên Hesekê bertek nîşanî qetilkirina jinan dan

09:19

Gulîstan Bekîr/JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê siyaseta qirkirinê a hikûmeta AKP'ê şermezar kir û wiha gotin: "Hikûmeta AKP'ê ji bo berjiwendiya desthilatdariya xwe, êrîşê vîna gel ya demokrasiyê dike."

Jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîra Rojava, êrîşê hikûmeta AKP'ê a li hember gelê bakûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin. Jinan destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê hebûna Kurd tu caran ne pejirandiye û ji ber vê êrîşê Rojava û gelê bakûrê Kurdistanê dike û wiha gotin: "Piştî hilbijartinê rûyê hikûmetê a li hember vîna gelê Kurd derket holê. Gelê Kurd ji dîrokê heya niha zilma desthilatdaran ne pejrandiye û her dem li berxwedaye."

'Li hember dexwazê demokrasiyê şer îlan kirin'

Endama Mala Jin Îlhem Îbrahîm bertek nîşanî êrîşê hikûmeta AKP'ê a li hember gelê Kurd da û wiha got: "AKP'ê her roj bi siyaseta qirkirinê û êrîşên hovane dixwaze berxwedana gel bişkîne. Êrîşê pêşengê civakê jin û ciwanan dike. Li hember dexwazê demokrasiyê şer îlan dike. Statuya Kurdan û hebûna HDP'ê di Meclîsê de napejrîne. Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana li hember zilma desthilatdariyê heya vê astê hatin. Lê dewleta Tirk vê rastiyê hazim nake û komkujiyan li hember gelê aştîxwez pêk tîne." Îlhem da zanîn ku piştgiriya gelê bakûrê Kurdistanê ya di berxwedana Kobanê de ji bîrnekirine û wiha domand: "Li hember zilma desthilatdariyê em ê piştgiriyê bidin gelê azadîxwez."

'Qetilkirina jinan dervî ehlaqê şer e'

Sûreya Hisên jî êrîşên hikûmeta AKP'ê a li hember jin nirxand û wiha got: "Em êrîşên hovane a li hember jinan bi tundî şermezar dikin. Qetilkirina jinan dervî ehleqê şer li Tirkiyê pêk tê. Bi van êrîşên hovane dixwazin vîna jina berxwedêr bişkînin. Ev yek wê di xewna xwe de bibînin. Ji ber zanistiya têkoşîn û rêxistinbûna jin û gelê Kurd di astek pir bilind de ye. Tu hêz wê nekaribe vîna jina kurd bişkîne." Sûreya destnîşan kir ku hemû alîgirên demokrasî û aştiyê dibin hedefa êrîşa hovane û wiha pêde çû: "Dexwazvanên aştî, azadî, wekhevî, biratî û demokrasiyê dibin hedefa êrîş û qirkirina siyasî. Zanistiya ku gel gihêştiye bilinde. Bila AKP'ê xwe bi hêviyên vala nedin girêdan. Ji ber êdî gelê Kurd rûyê rast naskir û fêmkir. Ev yek jî têkoşîn û berxwedana gel bi hêztir dike. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji ber dexwazê azadiyê qetil kirin. Hêrsa têkoşîna me bilind dibe. Tahîr Elçî hat qetilkirin, li şûna wî dê bi hezaran Tahîr avabibin."

'Bi berxwedana gel dê rojek dawî li vê zilm û zordarî bê'

Di heman demê de Mîrse Hemo jî bi lêvkir ku wê bi berxwedana gel dawî li zilm û zordariya desthilatdariyê bê û wiha berdewam kir: "AKP'ê bi êrîşên xwe yên li hember gelê bakûrê Kurdistanê sînordar nema, di heman demê de Rojava jî girt hedefa xwe. Bi piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê êrîşê hebûna Kurd a li Rojava kir. Li pişt êrîşên a li hember Kantona Efrîn û taxa Kurdan Şêxmaqsûd ya bajarê Helebê jî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ye. Piştî hilbijartinê rûyê hikûmetê a li hember gelê Kurd derket holê. Gelê Kurd ji dîrokê heya niha zilma desthilatdaran ne pejrandiye û herdem li berxwedaye. Hikûmeta AKP'ê ji bo berjiwendiya desthilatdariya xwe êrîşê vîna gel ya demokrasiyê dike. Li hember hemû êrîşan wê dexwazê gelê Kurd a demokrasî û rêveberiya xweser bi serbikeve. Baweriya me her roj mezintir dibe."

(rc)