Bersiva pirsa 'Çima ciwan diçin çiyê?' di çîroka jiyana Kismet dene....

09:20

Şehriban Aslan / JINHA

AMED - Yek ji mexdurên polîtîkaya înkar, îmha û tindiyê ya li Bakurê Kurdistanê berdewam dike jî Kismet Sevim e. Kismet di Kovarên Ozgur Halk û Hêviya Jinê de xebitiye. Ji ber di derbarê wê de doz hat vekirin û 20 sal ceza jê hat xwestin berê xwe da Kobanê, li hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêkanî û jiyana xwe jidest da.

Kismet Sevim li gel malbata xwe ji ber tindiya dewletê ji navçeya Stewra Mêrdînê koçî navçeya Bismila Amedê dikin. Kismet (Eylem Mazlum) di sala 1989'an de li Bismilê hatiye dinê. Di qada jinê ya navçeya BDP'a Beyogluyê de dixebitî. Kismet ji ber baweriya xwe ya tekoşînê ya ji dema zarokatiyê de berdewam dikir li gel wê xebata xwe di kovarên Ozgur Halk û Hêviya Jiyê de jî xebitiye. Ji ber van xebatên xwe Kismet bi dehan caran tê girtin û tehdîd kirin. Di 17'ê Hezîrana sala 2010'an de dema ku diçe mala xalê xwe ya li Bagcilerê ji aliyê wesayîtek Doblo ve tê revandin. Kismet a ku dema hatî revandin paçek sipî xistîn ber pozê wê û ew ji xwe çuyî rastî îskenceya fîzîkî û zayendî hat. Kismet îfadeya ku dayî dozgeriyê ji ber encamek negirt berê xwe da Rojava û tevlî nava refên YPJ'ê bû. Paşê jî di 5'ê cotmehê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêkanî û jiyana xwe jidest da.

'20 sal ceza dan xwişka min'

Şemse Sevim a 26 salî diyar kir ku xwişka wê di ferqa her tiştî debûye û bi wî awayî beşdarî nava xebatan dibû û wiha domand: "Em berê li Mêrdînê bûn, ji ber sedemên siyasî em neçar ma koçbikin û em hatin li Bismilê bicîhbûn. Li gel Kismet biçuk bû jî di ferqa hertiştî debûye. Sirgun û êşên dîtî wê mezin dikir û bi tekoşînê ve dida girêdan. Di vî welatî de çiqas mafdarbê jî di çavên dewletê de her dem sucdarê. Xwişka min di îfadeya dozgeriyê de revandina xwe ya ji aliyê JÎTEM'ê û du mehan heman kesan bi awayê çayîcî û simîtcî ew şopandiye gotibû. Lê bikêrî tiştekê nehat. Sucdar ne polîs xwişka min dîtin. 20 sal ceza dan xwişka min. Xwişka min bi bêmafî 20 sal ceza nepejirand û berê xwe da Kobanê."

'Bila jin dakevin qadan'

Şemse bilêv kir ku êşa herî mezin her roj li ber çavê xwe heskiriyên xwe windakirine û wiha berdewam kir: "AKP'ê 400 parlementer xwest, nebû ji bo wê şer da despêkirin. Di 1'ê Mijdarê de 400 parlementer negirt, lê bi serê xwe bû deshilat, cardin jî şer dadespêkirin. Nirxên me yên herî pîroz goristanên me bombakirin. Zarokên me li ber çavên me qetildikin." Şemse bang li jinan kir û got: "Jin bixwazin şer çênabe. Bila jin dakevin qadan û serî hildin. Em hemû dizanin jin nebe şoreş nabe. Dema ku jin bixwaze şoreş jî dibe azadî jî dibe."

(zt)