'Li hember êrîşan çareserî bilindkirina rêxistinbûnê ye'
09:21
JINHA
AMED - Hikûmeta AKP'ê polîtîkayê şîdetê ya li hember jinê li Kurdistan Tirkiyê didomîne. Endama KOM'ê Hûlya Osmanagaoglu destnîşan kir ku jin ji aliyê dewlet û mêran ve tên qetil kirin û wiha got, "Têkiliya AKP'ê a ku Selamet û gelek jinên din qetil kiriye bi zîhniyeta baviksalariyê ve girêdaye û di encama polîtîkaya dijminahiya jinê de ev hikûmet derketiye holê."
Di pêvajoyê dawiyê hikûmeta AKP'ê li herêmên ku xwerêveberin lê hatî îlankirin, jin girtiye hedefê êrîşên xwe û qetil dike. Jin ne tenê li Kurdistanê li tevahî Tirkiyê rastî şîdeta dewlet û mêran tê. Endama Meclîsa Jinên Azad (KOM) Hûlya Osmanagaoglu diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi pêkanînan re pergala faşîzan re derketiye holê û wiha got: "Li Rojhilata Navîn bilindbûna têkoşîna jinan rûyê AKP'ê a rast radixîne berçavan. Bi komkujiya Pîrsûsê û operasyonên ku li Qedîlê da despêkirin, rastiya polîtîkayê şer li tevahî Tirkiyê daye despêkirin derket holê."
'Rûyê AKP'ê yê rast derket holê'
Hûlya da zanîn ku hikûmeta AKP'ê dixwaze têkoşîna jin ya ku li Rojhilata Navîn bilind dibe bişkîne û wiha domand: "Pergala seroktiya AKP'ê yê ku otorîteyê xwe daye rûnişkandin li hember serhildêr û berxwedêran têkoşîn daye despêkirin. Bi taybet têkoşîna jin a li Rojhilata Navîn bilind dibe rûyê AKP'ê yê rast derxistiye holê. Bi komkujiya Pîrsûsê û operasyonên ku li Qedîlê da despêkirin, rastiya polîtîkayê şer li tevahî Tirkiyê daye despêkirin derket holê." Hûlya anî ziman ku AKP'ê bi taybet jinên ku bi siyasetê re eleqedar digre hedefê xwe û wiha pêde çû: "Dewletê mêr AKP'ê êrîş dibe ser gel, sosyalîst û jinan qetil dike. Serî de Guney Ozarslan, Dîlek Dogan û Dîlan Kortak qetil kir."
'AKP'ê di qedexeyan de 53'ê jin qetil kir'
Hûlya bal kişand ku li Kurdistanê bi îlankirina xwerêveberinê re û bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re jin bûne hedefê sekvanan û tên qetil kirin û wiha berdewam kir: "Yek ji van jinan Selamet Yeşîlmen a ku li Nisêbînê di baxçeya mala xwede hatî kuştine. AKP'ê bi îlankirina qedexeyan re 53'ê jin qetil kir. Jin ji aliyê mêran ve tên qetil kirin, jinên ku li hember mêr li berxwedide nayê dîtin û serde jî ceza lê tê birîn. AKP'ê bi avakirina otorîte û rejîma xwe re, jinên ku li hember polîtîkayên malbatên muhafazakar serî hildide, piştigirî dide mêr ku jinan qetil bike. Têkiliya AKP'ê a ku Selamet û gelek jinên din qetil kiriye bi zîhniyeta baviksalariyê ve girêdaye û di encama polîtîkaya dijminahiya jinê de ev hikûmet derketiye holê. Ev dewlet tu caran mêr bi aweyek adîl ne darizandiye." Hûlya bi lêvkir ku li hember van êrîşan çareserî bi piştevanî û rêxistinbûna jinan dê bilind bibe.
(rc)