Gelê Nisêbînê heya serê sibê di berxwedanê debûn

09:37

JINHA

MÊRDÎN - Dibin qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê berdewam dike êrîş zêde dibin, gel heya serê sibê li hember êrîşan di berxwedanê debûn.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 5'emîn qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Dibin qedexeyê de êrîş berdewam dikin. Gelê Nisêbînê heya serê sibê li hember êrîşan di berxwedanê debûn. Tê payîn ku Parlementera HDP'ê ya Bidlisê Mizgîn Irgat û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk bên navçeyê.

Her wiha dê di saet 12.00'an de li Nisêbînê meşek girseyî bê lidarxistin.

(zt)