Li Geverê qedexeya derketina kolanan hat rakirin

09:53

JINHA

COLEMERG - Li Geverê qedexeya derketina kolanan hat rakirin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê qedexeya derketina kolanan a di saet 23.00'ê şevê de hatî îlankirin hate rakirin. Piştî îlana qedexeya derketina kolanan li Taxa Eski Kişla yê êrîşan despêkir. Li hemberî êrîşan dema ku gel derbazî berxwedanê bûn, wesayîtên zirxî gel gulebaran kirin. Di dema gulebarnê de ser Mala Gel de jî gulebarandin û paşê jî bi kepçeya zirxî mala gel xira kirin. Di êrîşan de welatiyê bi navê Ersin Aydin giran birîndar bû. Ersin ji çeng û zigê xwe giran birîndarbû, ew rakirin Nexweşxana Dewletê ya Geverêk. Li gel hemû mudaxeleyan jî Ersin jiyana xwe jidest da.

Di saet 07.30'an de di hopariloyên mizgeftan de baldariya qedexe hat rakirin kir. Walîtiya Colemêrgê jî di saet 08.30'an de daxuyaniya di saet 05.30'an de qedexe hatiye rakirin da.

(zt)