Dê Amed ber bi Surê ve bimeşe
10:37
JINHA
AMED - Ji bo şikandina dorpêça 7 rojin ser Surê berdewam dike dê bi pêşengiya DBP, HDP û STK yê Amed ber bi Surê ve bimeşe.
Navçeya Sura Amedê 7 rojin dibin dorpêçê dene. Li ser 6 tax û yek cadeyên Surê êrîşên polîsan berdewam dikin. Di êrîşan de gelek mal û deverên dîrokî hatin şewitandin û xirakirin. Welatiyên li navçeyê birîndarbûne hîna nikarin bigihînin nexweşxanê. Ji bo rakirina êrîşên ser Surê û protestokirina êrîşan dê bi pêşengiya DBP, HDP û STK yê Amed ber bi Surê ve bimeşe. Dê ji navçeyên Yenişehîr, Peyas û Rezan gel ber bi navçeyên DBP'ê ve bimeşin û ji wan deveran jî ber bi Parka Koşuyoluyê ve bimeşin.
(zt)