Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê YNK'ê ziyaret kir

10:59

JINHA

SILÊMANÎ - Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê, li Silêmaniyê serdana Serokê Desteya Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar kir.

Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ya ku ji Wezîra Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer, Berpirsê Ofîsa Qanûnî ya li Wezareta Jinan Janda Hisên, Nûnera Yêkitiya Star a Herêma Kurdistanê Nûjîn Yusuf pêk dihat, ligel Nûnerê Kantonên Rojava yê Herêma Kurdistanê Şêrzad Êzidî duh êvarî di saet 18:00’an de li Navenda Polîtburoya YNK’ê serdana Serokê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar kir. Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ji aliyê Serokê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, endamên Desteya Rêveberiya YNK’ê Belêse Cebar Ferman û Pervîn Kake Heme û Berpirsê Têkiliyên Kurdistanî yê YNK’ê Mamosta Îkram Elî ve hatin pêşwazî kirin.

Di serdanê de Serokê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar axivî. Mele di serî de keyfxweşiya xwe ji bo serdana şandê anî ziman û diyar kir ku, jin li Rojava pêşengtiya şoreşê dikin. Mele Bextiyar di hevdîtina ligel şandeyê de ji şandeyê re diyar kir ku eger jin li Rojavayê Kurdistanê wiha pêşbikevin wê netenê seranserî Kurdistanê wê tevahiya cîhanê şanaziyê pê bikin.

Serokê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar di axaftinên xwe de ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê jin netenê weke sembolîk beşdarî nava şervanan dibin, di heman demê de bi mêran re mil bi mil di eniyê pêş de şerdikin û ev yek jî cihê şanaziyê ye. Mele Bextiyar got ku wan piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kir û wê ev piştgirîkirin berdewam jî bike.

Şandeya Jinan a Rojavayê Kurdistanê di serdana xwe de ji ber piştgiriya YNK'ê spasiya xwe pêşkêşî wan kir û daxwaz ji YNK’ê kirin ku vê piştgiriya xwe berfirehtir bikin. Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê wê hefteyekê li Herêma Kurdistanê hevdîtina bike. Wê îro di saet 10:00’an de serdana RJAK’ê bike, saet 15:00’an de jî wê Wezîra Jinan Emîne Omer beşdarî Semînerekê bibe û piştre serdana Tevgera Azadî bikin.

(rc)