Ji ber êrîşan welatî nikarin cenazeyê xwe defin bikin

11:16

JINHA

HALEP - Ji ber êrîş û dorpêça çeteyên El-Nusra û hevkarên wê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd, welatî cenazeyên xwe li goristana berê vedişêrin.

Ji ber êrîş û dorpêça çeteyên El-Nusra û hevkarên wê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê, welatî di şertên zehmet de dijîn. Welatiyên ku di bin dorpêça çeteyan de li berxwe didin, cenazeyê xwe ji ber êrîşan li goristana kevin a taxê vedişêrin. Endamê Komînê Tenduristiyê Şêx Abdulrehman êrîş û dorpêça çeteyan ya li ser taxê şermezar kir û wiha got, "Ambargoya ser taxê ji aliyê çeteyan ve didome. Dixwazin bi vî aweyî berxwedana me bifetisînin. Nahêlin em nexweşê xwe derman bikin û cenazeyê xwe defin bikin."

Şêx Abdulrehman bang li saziyên alîkariya mirovahî kir ku, ji bo ambargoya ser taxê rabe deng bidin û alîkariya welatiyan bê kirin.

(rc)