Nisêbînî bi înad dibêjin 'berxwedan'
11:38
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê cara 5'an qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di bin qedexeyê de di êrîşên berdewam dikin de 4 welatiyan jiyana xwe jidest dan. Li gel hemû êrîşên giran jî gelê Nisêbînê dibêjin 'berxwedan.' Li navçeya welatî tên qetilkirin, ajal tên tilaftin, dikan, cihên kar û mal tên xirakirin li gel hemû êrîşan jî jiyan berdewam dike.
Li Nisêbîna cara 5'an qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike 4 welatiyan di êrîşan de jiyana xwe jidest dan û 6 welatî birîndar bûne. Gelê Nisêbînê bi pêşengiya jinan li gel hemû êrîşan bi îsrar dibêjin berxwedan. Li taxên Dîcle, Firat, Abdulkadirpaşa û Yenişehirê qedexe hatiye îlankirinî, lê tevahiya navçeyê dibin dorpêçê dene. Li gel hemû êrîşan welatiyên Nisêbînê malên xwe naterikînin. Welatî li ber derê xwe rudinin, bi çalakiyên dengderxistinê û diruşmeyan êrîşan protesto dikin.
Emine Tan a berastenga dîtinê ye jî di nava berxwedanê dene
Emine Tan a 70 salî ku berastenga dîtinê ye li Taxa Firadê di nava berxwedanê dene diyar kir ku li hember qedexeya derketina kolanan ew serê sibê ji malên xwe derdikevin heya derengiya şevê di berxwedanê denin. Emine anî ziman ku di taxê de 3 kurên wê di nava berxwedanê denin û wiha domand: "Ez korim, ti deverê nabînim, gule ji ku ve tê nabînim, bi alîkariya welatiyan ez heya ber avahiya DBP'ê hatime û beşdarî berxwedanê bûme. Gel li min xwedî derdikevin. Jiyana min ne giringe, tenê bila tişetk li vî gelî neyê. Ez jî di nava gel de di berxwedanê deme."
'Gelo dema ku ez îro axa xwe biterikînim, ezê sibê çawan li çavê vî gelî binêrim?'
Latife Bagda ya 50 salî jî da zanîn ku êdî gel hînî xedexeya her dem berdewam dike bûne, li gel hemû êrîşên giran jî li ber xwe didin. Latife destnîşan kir ku heya marketa vekirî jî hedef digirin û gulebaran dikin û wiha berdewam kir: "Li taxa me qedexe nîne lê dorpêç berdewam dike. Heta marketa vekirî jî dixin ber guleyan, camên avahiyên me hemû anîne xwarê bi şans em xilasbûne. Dema ku wesayîtên zirxî derbasdibin ez dikana xwe tînim xarê. Ez rojê deh caran vê dikanê dadixin xarê û radikim, êdî ev bûye parçeyek ji jiyana min. Li taxên qedexe neyî jî armanc tenê welatiyan di malê de dana zeftkirine. Ji xwe av û elektirîkê dibirin. Hemû derfetên jiyanê ser me teng dikin, ev jî polîtîkaya koçberiyê ye. Ez canê xwe jî bidim axa xwe naterikînim. Ji Nisêbînê koçberî çênebûye, ji ber ku welatiyên Nisêbînê dizanin ev kar bi koçberiyê çareser nabe. Gelo dema ku ez îro koçbikim, ezê sibê çawan li çavê vî gelî binêrim? Ezê di jiyana xwe de axa xwe neterikînim bila ev bi vî awayî bê zanîn."
'Hezar mirîşkên min telaf bûn'
Xwediyê dikana mirîşkan Şemsa Bagvur jî bilêv kir ku ji dema despêka dorpêçê heya niha hezar mirîşkên wê tilifîne û wiha dom kir: "Em weke gel qedexeyan nasnakin. Em qedexeyan ne tenê bi meşan nasnakin, di nava rojê de jî em jiyana xwe berdewam dikin. Em li gel hemû êrîşan jî hewildidin dikanên xwe vekin, lê desturê nadin. Dema ku em dikanan vedikin li serê kolanê em bekçî dadinin, dema tên em hema derê dikanan tînin xwarê. Tenê armanca wan mexdurkirina welatiyane. Mirîşkên di dolabêdenin xirabûne, yên di koxikande jî hemû telaf bûne. Heya ji ajalên me jî nefretê dikin."
(zt)