Li Nisêbînê meşa gel rastî mudaxeleya polîsan hat
12:32
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê girseya ku qedexeya derketina kolanan bi meşê pirotesto kirin rastî asetngiya polîsan hatin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya karkerên dest ji karê xwe berdan û qedexeya derketina kolanan protesto kirin meşek girseyî hat li darxistin. Welatî li ber avahiya DBP'a navçeyê hatin bahev û ber bi kolanên qedexe ve meşiyan. Lê mixabin meşa gel rastî mudaxeleya polîsan hat. Li ber Parqa Gulşilav polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî meşê kirin. Welatî ji ber zêdebûna dumana bombeyên gazê ketin hindirê avahiya Gulşîlavê. Welatiyên ku jin hindir derdikevin derve ji aliyê polîsan ve tên gulebaran kirin.
(zt)