Li gel mudaxeleya polîsan jî bi hezaran welatî ber bi Surê ve dimeşin

13:43

JINHA

AMED - Li hemberî dorpêça Surê li navenda Amedê bi hezaran welatî meşiyan. Girseya gel li gel mudaxeleya polîsan jî meşa xwe berdewam dikin.

Bi hezaran welatiyên li ber Parka Koşuyoluyê hatin bahev ber bi Surê ve dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin. Welatiyên ku rastî mudaxeleya bi ava şid û bombeyên gazê hatin jî meşa xwe berdewam dikin. Bi hezaran welatiyên meşa xwe berdewam kirin ber bi Ofisê ve diçin.

Ji ber Parka Koşuyoluyê dengê teqînên mezin tên.

Dê berdewama wê bê.../

(zt)