Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê serdana RJAK'ê kir

13:58

JINHA

SILÊMANÎ - Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê serdana Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)’ê kir.

Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ya ku ji Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Omer, Berpirsê Ofîsa Qanûnî ya li Wezareta Jinan Janda Hisên, Nûnera Yêkitiya Star a Herêma Kurdistanê Nûjîn Yusuf pêk dihat, îro saet 10:00’an de serdana Rêxistina Jinên Azadîxwawzên Kurdistanê (RJAK) yê bajarê Silêmaniyê kir.

Di serdanê de herdû alî di civînek berferh de kar û xebatên jinan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ragihand ku herçiqas Rojava di bin dorpêç û êrşên giran dabe jî, kar û xebatên jinan bi awayek aktîf tê rêvebirin û pêş dikeve. Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Omer armanca ziyareta Şandeyê ji JINHA'yê re vegot, û diyar kir ku bi riyê ziyaret û hevdîtinan ew dixwazin, asta gotûbêjê di navbera jinan de pêşbixin. Emîne da zanîn ku ferqê jinan nîne û wiha got, "Demek dirêje me plansazî kiribû ku em bên û bi rêxistinên jinên başûr re hevdîtin pêk bînin. Armanca ziyaretên me naskirin û hêzkirina têkiliyên di navbera jinan de ye. Me kar û barên xwe li vir bi hevre parvekir, bi rastî gavek mezin hatiye avêtin."

Emîne her wiha anî ziman ku ew plansazî kirine serdana saziyên sivîl, malbatên şehîdan û Helebçe yê bikin. Emîne destnîşan kir ku êdî sînor nemane û wiha got: "Pêwîste her kes vê yekê zanibe, armancê jinên Rojava sînoran rakirine û jiyana hevpar avakirine."

Şandeya Jinan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, wê li başûrê Kurdistanê heya çend rojan hevdîtinên xwe bi saziyên jinan re bidomînin.

(şb/rc)