Li Ofîs û Koşuyoluyê pêvçûn despêkir

14:33

JINHA

AMED - Bi hezaran welatiyên Amedê yên xwestin li dijî dorpêça li ser Surê bimeşin, polîs mudaxeleyê meşê kir û li ser vê yekê pêvçûn despêkir.

Li hember dorpêç û îlankirina qedexeya derketina kolanan ya li Surê bi hezaran welatiyên Amedê li Parka Koşuyolê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Polîsan mudexeleyê girseyê ku dimeşê kir. Li ser vê yekê li Parka Koşuyoluyê, Ofîs û Kolana Gevran pêvçûn despêkir. Girseyê ku bi biryarin ber bi Surê ve bimeşin cardin li Ofîsê hatin ba hev.

(rc)