Ji DBP û HDP'ê protestokirina qirkirinên sivîlan

15:44

JINHA

WAN - Li Qelqeliyê êrîşên dewleta tirk û qetilkirina sivîlan hat protestokirin.

Li navçeya Qelqelî ya Wanê êrîşên dewleta tirk, qedexeyên derketina kolanan û qetilkirina sivîlan bi daxuyaniyekî hat şermezarkirin. Daxuyaniya ji aliyên rêxistinên HDP û DBP'ê ve hatî amadekirin li Parka Aştiyê hat dayîn. Gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de Rêveberê DBP'ê yê Wanê Kemal Gur êrîşên li ser Nisêbîn û Surê şermezar kir. Kemal got ku divê ev êrîş û qetilkirina sivîlan were rawestandin.

(zt)