Piştgiriya Egitim Senê ji zarokên Êzidî re

16:15

JINHA

SÊRT - Navenda Giştî ya Egîtim Senê di çerçoveyê xebatê xwe de, ji bo zarokên Êzidî ên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçar mane ji warê xwe koç bikin û li kampan bi cih bibin piştgiriya cilê zivistanê kir. Ji bo Kampa Dudêran a Şengalê yê girêdayî Şaredariya Sêrtê ji bo 100 zarokan piştigiriya cilê zivistanê hat dayîn.

Di çerçoveya xebatê Navenda Giştî ya Egîtim Senê, bi piştgiriya Sendîkaya Qraltiya Yekbûyî a Mamosteyan ku navenda wê li Îngilterayê ye (NASUWT) ji bo zarokên Êzidî ên li Kampa Dudêran a Şengalê yê girêdayî Şaredariya Sêrtê cilê zivistanê li zarokan belav kirin. Piştî ku li Kampê cil li zarokan hat belav kirin, heyet duvre bi Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan re hevdîtin pêk anîn û ji bajêr veqetiyan.

(rc)