Nasnameya welatiyê birîndar zelal bû
16:47
JINHA
AMED - Nasnameya welatiyê ku di meşa Surê de ji aliyê polîsan ve hatî birîndar kirin navê wî Harun Şanlı a 32'ê saliye.
Li hember dorpêça ser Surê, bi hezaran welatiyên Amedê li Parka Koşuyoluyê li hev kombibûn xwestin ber bi Surê ve bimeşin. Li ser astengî û mudexeleya polîsan pêvçûn derket û di encamê de, li kolana Gevran Harun Şanlı (23) birîndar bibû. Hat zanîn ku gule li pişta Harun ketiye û ji stuyê wî derketiye û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî a Gazî Yaşargîl di beşa lezgînde tê girtin. Tê gotin ku rewşa Harun xirabe.
Li aliyê din piştî mudaheleyê polîsan pêvçûn li Parka Koşuyolu û Ofîsê didome.
(rc)