Ji bo zangonên jin belavok hatin belav kirin

17:05

JINHA

KOBANÊ - Li Kobanê belavokên “Rêgezên bingehîn a zagonên jin” hatin belavkirin.

Endamên Yekîtiya Star a Kobanê, li navenda bazara bajarê Kobanê belavokên bi sernavên “Rêgezên bingehîn a zagonên Jin” belav kir. Endamên Yekîtiya Star ku li Qada Azadî ya Kobanê lihev civiyan û bi hezaran belavokên bi sernavê “Rêgezên bingehîn a zagonên jin” li esnaf û welatiyan belav kirin. Belavoka ku naveroka wê derbarê qedexeya zewacên temen biçûk û pirzewacî heye hatin belav kirin. Bi taybet esnaf, welatî û jin eleqeyek mezin nîşanê belavokê dan.

Piştî belavkirinê Rêvebera Yekîtiya Star Xalîse Hec Qadir da xuyakirin ku armanca wan ew e ku ev zagonên derketî ji bo civakek azad û serbixwe avakirine. Xelîse, destnîşan kir ku dê vê pêngavê û xebatê heya heyvek bidomînin. Xelîse, anî ziman ku, di vê çerçoveyê de wê li gund, navçe, bajarok û tevahî Kantona Kobanê ev xebat berdewam bike.

(rc)