Cizîr wê li dijî tecrîdê bimeşe
08:48
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi armanca şermezar kirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê meşek were li darxistin. Jinên Cizîrê amadekariyê meşê tamam kirin û diyar kirin ku ew azadiya Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin.
Ew ê li Cizirê di 10’ mehê de bi pêşengtiya KJA’yê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek bê li darxistin. Meclîsa Jinê ya Cizîrê berî meşê li avahiya KJA’yê kom bûn û têkiliya jinê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş kirin. Jinan diyar kir ku di vê pêvajoya şer de jî, dewlet bi aweyekî bê ehlak bi ser jinan de hatiye û ev tişt gotin:” Ji berê de pergal êrîşên xwe li ser bedena jinê dikin. Mînaka vê ya herî nêzîk Ekîn Wan bû piştî ku wê qetilkirin, tazî kirin û li ber wênyên xwe kişandin. Dewlet peyamek wiha dide ‘Ez ê di şexsiyeta jinê de gelê Kurd bixim’ lê şaş difikire wê gelê Kurd bi pêşengtiya jinê bi ser bikeve.” Jinan desnîşan kir ku ew azadiya Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin û ji ber wê ji bo azadiya wî dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan di civînê de plansaziya meşê amede kir.
‘Tecrîda li ser Serok tecrida li ser jinê ye’
Jina bi navê Şokran ji bo meşa ku wê di pêşengtiya KJA’ê de bê li dar xistin banga tevlîbûnê kir û ev tişt got:” Banga min ji hemû jinê Cizîra Botan û Kurdistanê re heye bila derkevin qadan û ji vê tecrîdê re bêjin êdî bese” Şokran got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser jinê ye û wiha dawî li gotinê xwe anî:” Serokê me ev çend salin di bin tecrîdê de ye, bese em bibin yek û serokê xwe ji girtîgehê derbixin.”
‘Em serokê xwe di nav xwe de dixwazin’
Aktivista KJA’yê Ayten jî diyar kir ku wê roja 10'ê Kanûnê di seet 1'ê de ji heft salî heya heftî salî ji bo Rêberê PKK’ê li ser piyan bin û ev tişt anî ziman:” Em azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibînin dema ew azad be em jî azadin em azadbin ew jî azad e.”Dayika Xanê jî banga tevlîbûnê li jinan kir û ev tişt got:” Serokê me canê me ye rihê me ye. Em serokê xwe di nav xwe de dixwazin.”
(ma/rc)