Xwişka Dilan Kortak: Dema ku Dilan ji malê derket got 'Bila zarok nemirin'
11:44
Handan Tufan / JINHA
İZMİR - Xwişka Dilan Kortak a ku li Stenbolê hat qetilkirin Nuran Kortak, jiyana Dilan a ji tekoşînê dagirtî wiha anî ziman: "Ji bo xwişka min 'terorîst' dibêjin. Gelo li gorî kê ew terorîste? Dema ku ji malê derketî jî ji bo me got; 'Bila zarok nemirin.' Gelo hun çawan dikarin mirovek di vê astê de xwediyê niyetek baş qetilbikin."
Li Tirkiyê li qel qirkirinên di dema qedexeya derketina kolanan de çêdbin her meh înfaz jî tên kirin. Ji Gunay Ozarslan heya Dilek Dogan, Taybet Cansi û herî dawiyê jî di rojên derbasbûyî de bi heman şêweyî Dilan Kortak hatin înfaz kirin. Hîna êşa her 4 jinan nûye, li peyî wan tenê jiyana wan a tejî tekoşîn mane. Dilan Kortak a hatî înfazkirin jiyana xwe dayîbû tekoşînê. Dilan gelek tişt xistibû nava wî temenê xweyê biçukê 19 salan. Bertekên Dilan ên siyasî gelek bihêz bûn. Dilan bi kenê xwe, girtina dîlanê û pozdayîna ber dîmenên kamereyan di hafîzeyan de cihê xwe girtiye. Dilan a keça malbatek Mêrdîniye, li gel xwişk û birayên xwe li Îzmîrê hatine dinê, lê ticarî nebûne Îzmîrî.
Dilan a ku ji hezreta welat dagirtî di malek a siyaset lê dihat axaftin de mezinbûye. Di temenek biçuk de bavê wê dikeve girtîgehê. Hîna Dilan di dibistana seretayî debûye dayîka xwe windakiriye. Xwişka Dilan Nuran kortak qala jiyana wê ya tejî tekoşîn kir.
'Ew aşiqê tekoşînê bû'
Nuran bilêv kir ku Dilan zarokek serhildêr bûye û wiha domand: "Ewê ticarî bêmafî nedipejirand. Ji Mêrdînê me koçî Îzmîrê kir. Em hemû li Îzmîrê hatin dinê. Lê em hemû li vêderê biyanî bûn. Me gelek pirsgirêk jiyan dikir. Tevahî jiyana me ya xwendinê bi pirsgirêkan derbas dibû. Ji xwe ji ber pirsgirêkên siyasî Dilan di dibistana navîn de ji dibistanê avêtin. Îzmîrê ji Dilan re got; 'Here cihê te li vêderê nîne.' Wê jî li vêderê nedikarî bijî. Ew aşiqê azadiyê bû. Heskirina wê ya tekoşînê pir cuda bû. Ew bi niyetek gelek pak girdayî tekoşînê bû. Gotina wê ya dawiyê, 'Bila zarok nemirin' bû. Ew her dem li gel zarokan bû. Navê dayîka min a jiyana xwe jidest dayî li keça birayê min kiribû. Ji bo me got; 'Baş li Besnayê binêrin.'
'Dibe ku ez şehîd kevim, li peyî min negirîn'
Nuran da zanîn ku ji bo Dilan zimanê dayîka zarokan hînî wan bike dixebitî û wiha dom kir: "Ji televizyonê qenalên ku bernameyên zarokan bi zimanê tirkî didan sîl kir. Tenê qenalên bi kurdî bernameyên zarokan çêdikin hêla. Ji bo me got; 'Hun hemû beşdarî tekoşînê bibin. Ezê yê despêk û dawiyê nebim. Dibe ku şehîd bikevim teqez divê hun li peyî min negirîn.' Wê her dem xwe pêşdixist. Li hember bûyerên dihatin jiyandin her dem gotina wê hebû. Dema ku li goşeyek cîhanê bêmafiyek hebana Dilan ew ji bo xwe dikir derd. Ew ciwanek a nediket ti dest û hembêzanbû."
'Dewletê kenê wê ji me girt'
Nuran destnîşan kir ku Dilan ser newekheviya jin û mêran serê xwe diêşand û wiha pêde çu: "Ji bo min got, 'Teqez nezewice, nebe kolê mêran.' Ew jinek gelek kêfxweşbû. Dema ku mirov ji wê hêrs bibana jî ew di keniya. Bertekê wê her dem kenê wê bû. Dewletê kenê wê ji me sitand. Me kenê wê winda kir. Xwişka min a bi tenê di malekê de dima bi hinceta dê bomba biteqîne qetilkirin. Ev tiştên gelek bi nakokîne. Diyar kirin ku şer heye. Lê cîranên wan jî dan zanîn ku ti şer tinebû. Ew bi xwe dinivîsin û dilîzin. Ji bo xwişka min 'teror' gotin. Gelo li gorî kê ew terorîste? Wê di jiyana xwe de ziyan nedida zindiyekê. Dema ku ji malê derket jî got; 'Bila zarok nemirin.' Gelo çawan dikarin mirovek evqas xwediyê niyetek pak qetilbikin?"
(zt)