Elîzabêt Gewriyê: Azadî bi pêşengiya jin dê pêk were

12:00

Delîla Bagok/JINHA

DÊRIK- Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabêt Gewriyê armanca tevlîbûna jin ji Kongreya Sûriyeya Demokratîk re nirxand û diyar kir ku, ew dixwazin dengê jin di her qadê de bidin bihîstandin û bingeh çareseriya aloziyên Suriyê li ser rêgezên jin avabikin.

Kongreya Sûriyeya Demokratîk li Salona Ciwanan a Azar a Dêrikê di roja duyemîn de berdewam dike. Bi beşdariya Rêxistina Yekîtiya Star, Însiyatîfa Jinên Sûriye,Yekîtiya Jinên Suryanî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, Koma Partiya Siyasî ya Desteya Şêwirmendiya Siyasî ya Rojava, Civata Demokratîk a Sûriyeyê, Civata Peymana Mafan û Rûmetê, Tevgera Pêla Genim û Tevgera Lihevkirina Demokratîk a Neteweyî ya Sûriyeyê kongre berdewam dike. Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabêt Gewriyê armanca tevlîbûna jinan ji JINHA'yê re nirxand û diyar kir ku bingeha avakirina Suriyek demokratîk û azad wê bi pêşengiya jin pêk were.

'Azadiya jin azadiya civaka Suriyê û Rojava ye'

Elîzabêt destnîşan kir ku di çareseriya aloziya Suriye yê de, erkek mezin dikeve ser milê jinan û wiha got: "Ji bo cewhera Suriyek demokratîk bê avakirin, divê em wek jin rolê xwe bi aweyek rêxistinkirî bi cih bînin û têkoşîna çareseriyê bi hêz bikin. Di çeperên berxwedan û parastinê de jin çawan vînek mezin nîşan dan, divê bi heman vînê têkoşîna avakirina jiyanek azad û demokratîk bê dayîn. Ji ber azadiya jin tê wateya azadiya Suriyê, Rojava û civakê ye. Li cihê ku tevlîbûn û çalakiya jin nînbe tu projeyên demokratîk wê neghêje armanca xwe."

Elîzabêt bal kişand ku, ev kongre bersivek mezin dide hewldanên ku dixwazin aramiya gelan di bin navê ol û nijadî de xirab bikin e û wiha domand: "Ev kongre bi projeyên xwe ên çareseriyê bersiva ferasetên nijadperest, olperest û şovenan dide. Peyama me ji tevahî cîhanê re jî wiha ye, li beramberî hemû hewldanên, dagirkerî, êrîş û xirakirinê sekna me diyare." Elîzabêt anî ziman ku armanca wan deng û berxwedana jin li her qadê dane bihîstandine û wiha got: "Bingeha çareseriya aloziyên Suriyê li ser rêgezên jin dê avabibe."

'Berxwedana bakûr buye îlhamê vê proje yê'

Elîzabêt derbarê operasyonên qirkirina siyasî yê li bakûrê Kurdistanê pêk tê nirxand û wiha pêde çû: "Êrîşên hovene û operasyonên qirkirina siyasî ên ku li hember gelê Kurd pêk tê, li pêşiya çareseriyê digre. Em bi hewldana avakirina projeyên çareseriyê dixwazin bandorê li gelê bakûrê Kurdistanê jî bike. Ji xwe projeya me ne tenê girêdayî Rojava û Suriyê ye, hemû Rojhilata Navîn digre hemêzê xwe. Bi vê projeyê re dê pergala demokratîk û wekheviya civakê pêk were. Berxwedana gelê me ên li bakûrê Kurdistanê îlham û hêz daye projeyên me."

(rc)