Talokeya jiyana Harûn Şanli berdewam dike

12:00

JINHA

AMED - Rewşa ciwanê bi navê Harûn Şanli ê polîsan duh birindar kir giran e. Bijîşkan malbat agahdar kir û diyar kir ku dibe carekdin bê emeliyatkirin.

Polîsan duh li Ofîsa Amedê ciwanê 23 salî Harûn Şanli di protestoya komkujî û qedexeya kolanan a li Surê bi guleyê birîndar kir. Guleya polîsan li qolinca çepê ket û di qirika wî re derket. Harûn piştî mudaxeleya yekem a li Nexweşxaneya Dewletê ya Selhattîn Eyûbê, rakirina beşa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Harûn niha li beşa çavdêriyê tê tedawîkirin.

(zt)