Gelê Surê: Îro divê ev dorpêç bê rakirin
12:08
JINHA
AMED - Di roja 8'an a qedexeya derketina kolanan de li Surê êrîş giran dibin. Welatiyên di nava kolanên qedexe de dijîn gotin: "Ji saetên serê sibê heya niha me bomba dikin. Ger îro ev dorpêç neyê rakirin, dê me hemûyan li vêderê qir bikin. Divê gel demek ji ya dinê zutir têkevin nava tevgerê û berxwedana Sur ne bi tenê ye nîşan bidin."
Li navçeya Sura Amedê di bin qedexeya derketina kolanan a 8 rojin berdewam dike de êrîş giran bûn. Ji serê sibê heya niha polîsên tîmên tayîbet êrîşî Surê dikin. Dem dem dengê teqînên mezin tên û mal tên şewitandin. Rewşa navçeya êrîşên hewayî û bejayî berdewam dike giran dibe. Welatiyên dibin qedexeya derketina kolanan de wiha axivîn: "Êdî bese, bi saetane Sur tê bombakirin. Tîmên tayîbet ên tên vê herêmê sepandinên der mirovane dikin, dixwazin me û deverên dîrokî tine bikin. Dema ku îro ev dorpêç neyê rakirin dê me hemûyan li vêderê qir bikin. Divê gel li hemberî vê baldariya xwe nîşan bidin û berxwedana Sur ne bitenê ye nîşan bidin. Li vêderê jin û zarokên birîndar hene. Rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Em naxwazin vêderê biterikînin, lê divê gel jî li me û berxwedana me xwedî derkevin."
Li Lîcê dikan nehatin vekirin
Lîceyiyan bi boneya protestokirina qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike îro derê dikanên xwe venekirin. Li Lîceya ji derveyî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtî bêdengî heye.
(zt)