Li Viyanayê li dijî tecrîd û komkujiyê çalakiya 'qîrîna bêdeng'

12:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyan çalakî hatin destpêkirin.

Ji Komeleya Jinên Kurd AVESTA komek ji jinan li Stephansplatzê civiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk li her cihên xwerêveberî lê hatine ragihandin dike, şermezar kirin. Çalakgerên jin, tevî sermayê jî bi saetan rûniştin, devê xwe bi bandê girê dan û bi bêdengî tecrîd û komkujî şermezar kirin.

Di çalakiyê de belavokên li ser armanca çalakiyê yên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin amadekirin, hatin belavkirin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê li vir peyivî û got, "Li dijî tecrîda di şexsê Rêber Apo de dewleta TC û terora AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîne û li hemberî şerê tê meşandin, hevrêyên me band bi devê xwe ve kirin û bûn qîrînek bêdeng. Em ê li dijî tecrîdê ne bêdeng bin, ne jî bi xemsarî tevbigerin." Di axaftinê de hat destnîşankirin, ku çalakî wê di dema pêş de jî dewam bike.

Çalakî wê îro jî dîsa li heman cihî saet di 12:00 de dewam bike.

(rc)