KJA: Êrîşê dewletê a li hember jin bîrdoziye

12:56

JINHA

AMED - Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ê destavêtin û îşkenceya zayendî a ku li hember endama wan Sabîha Oran pêk hatî şermezar kir û got, "Polîsên AKP'ê li herêmê û Tirkiyê nekarî bi komkujiyan berxwedana jinan bişkîne, ji ber vê jinên berxwedêr digre binçavan û bi tacîz, tecevûz û heqeretan armanc dike vîna jin bişkîne."

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê şerê AKP'ê yên ku li Kurdistanê dide meşandin û ji bo balê bikişîne ser destdirêjî, destavêtin û îşkenceya ku di bin çavan de li jinan tê kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê AKP têk çûye, li ser vê yekê ji ser maseyê muzakereyan rabûye û êrîşên xwe yên tundiyê zêde kirine. KJA'ye di daxuyaniyê de wiha got: "Bi girêdayî vê konsepta şer tê xwestin ku vîna jinên kurd were şikandin."

KJA'yê di daxuniya xwe de bal kişand ser îşkenceya li ser endama wan Sabîha Oran hatiye kirin û ev tişt hatin gotin: "Herî dawî endama KJA Sabîha Oran a li navçeya Riha Serêkaniyê hat binçavkirin, di binê çavan de bi rojan rastî destdirêjî, heqaret, gefa bi çekê û îşkenceyê hat. Li hemberî van hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê, hevala me Sabîha Oran ji berxwedana xwe ya bi rûmet ti tawîz neda û li dijî zîhniyeta faşîst a mêr sekneke xurt nîşan da."

Di daxuyaniya nivîskî ya KJA de da hat gotin ku AKP di çarçoveya konsepta şer de ji bo şikandina berxwedêrî û vîna jinên Kurd, îşkence jî di nav de serî li hemû polîtîkayên şîdetê dide. KJA'yê destnîşan kir ku, şîdeta dewletê ya ji aliyê îdeolojîk û fîzîkî ve li jinan tê kirin û ev pêkanînên hovane yên li hemberî mirovahiyê bi tundî şermezar kir û got, "Yekane rêya ji holê rakirina vî zîhniyetî, hîn bêhtir berxwedan, hîn bêhtir azadî ye."

(rc)