Gelê Cizirê Ferhat Dîneklî ber bi Dêrikê ve oxir kir

13:36

JINHA

ŞIRNEX – Cenazê Ferhat Dinekli yê di 29’ê Mijdarê de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayî li Cizirê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve ber bi Dêrika Mêrdînê ve hat şandin.

Cenazê Şervanê HPG’ê Ferhat Dîneklî (Erdal Elî Çiya) ku di 29’ê Mijdarê de li navçeya Cizîra Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe jidest da ber bi navçeya Dêrika Mêrdînê ve hat şandin. Piştî diyarbûna nasnama Ferhat malbata wî ji bo ku cenaze werbigre hat Cizîrê. Dayikê Cizîrê êşa dayika Ferhat parve kirin û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Gelê Cizîrê di saetên sibê de kom bûn û bi hezaran kes ji taxa Yafesê ku Ferhat lê hatibû qetil kirin gihîştin hev û heya Mala Gel a Cudî meşîyan. Li Mala Gel ji bo Ferhat marasîma cenaze hat li darxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdê demokrasî û azadiyê despê kir.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yûksel got ku Ferhat di dema dorpêça Cizîrê de li Cizîrêbûye û wiha behsa Ferhat kir: "Ferhat Kesekî bêdeng lê fedekarbû. Bi zarokan re zarok bi mezinan re mezinbû. Bi şev û roj di nava gel de bû. Dema lehiyê da ser Cizîrê disa ket nav tevgerê û wan malbata yek yek ji xeniqandinê xilas kir. Hevalê Erdal Şêhîdê têkoşîna Cizîra Botan ê ye.”

‘Ne carek mirin hezar car mirin hebe jî em ji ya xwe nayên xwarê’

Bavê Ferhat Mendûh jî wiha axivî: "Ey Kurdistana delal ne carek mirin hezar car jî mirin hebe bêyî te jiyana nabe. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe emê li pey şêhîdê xwe herin. Kurê min hevalê we li mala we bû, we li mala xwe wî xwedî dikir. Kurê min hevalê we ye, hevalê Agîda ye, Hevalê Binevş Egala ye.”

Piştî axaftinan ciwanan cenazê Ferhat li ser milê ciwanan kirin û bi hezaran kesan re dest bi meşê kirin. Di meşê de jinan pankartê wênyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ferhat û Hacî Sosûr ê ku çend roj berê hatî qetil kirin hilgirtin û diruşmeyên “Ey şehîh xwîna te li erdê namîne” berz kirin. Cizîrê Ferhat bi meşê ber bi Dêrikê ve rêkirin.

(ma/zt)