Li Başurê Kurdistanê jin ji bo zewaca zarokan civiyan

14:33

JINHA

HEWLÊR - Li bajêrê Hewlêr bi armanca pêşîgrtina zewacên temenê bi çuk, Meclîsa Bilind a Karûbarên Jin yê Herêma Federala Kurdistanê û Şêniya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) konferansek li darxist û plansaziya xebatê yê salek hat diyar kirin.

Bi armanca pêşî li zewacên temenê biçûk bê girtin li bajarê Hewlêrê a Herêma Federala Kurdistan, bi pêşengiya Meclîsa Bilind a Karûbarên Jin yê Herêma Federala Kurdistanê û Şêniya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) konferansek hevbeş hat li darxistin. Di konferansê de bi giranî li ser zewacên temenê biçûk ên dervî zagonî hatî rawestandin. Li ser diyardeya ku di warê zagonî û civakî de derketiye pêş gotûbêj hatin kirin û dê xebatek berfireh bê meşandin. Meclîsa Bilin a Karûbarên Jin yê Herêma Federalê Kurdistanê diyar kirin ku ew ê giranî bidin xebatê û hewl bidin pêşiya vê rewşa metrisîdar bigrin.

Li gorî zagonên navnetewî zewaca biçûk ên di bin 18' salî de qedexeye. Lê li Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê ev zagon nayê pêk anîn. Li gorî zagonê Iraqê 15'e û gorî Herêma Ferderal a Kurdistanê zarokên keç di 16'e saliyê de tên zewcandin.

(şb/rc)