Ji bo Surê çalakiya rêgirtinê
15:43
JINHA
AMED - Li Peyasê ji bo protestokirina qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike çalakiya rêgirtinê hat kirin.
Çalakiyên ji bo proststokirina qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike her diçe zêde dibin. Ji bo protestokirina êrîşên dibin qedexeya derketina kolanan de berdewam dikin DBP û HDP'a Peyasê meşiyan. Girseya ku li ber Komeleya Welatiyên Azad a Huzurevleriyê kombûn, pankart vekirin û bi diruşman heya ser cadeya Dr. Sitki Goral meşiyan. Di tevahiya meşê de wesayîtên derbazûn li qorneyê xistin û welatiyên daketin şaneşînên xwe alîkarî dan meşvanan. Paşê girse daket ser rêya Rihayê û dem dirêj rê li trafîkê girtin.
(zt)