Li Nisêbînê gel li hember dorpêçê dest bi meşê kirin
15:45
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di bin dorpêç û êrîşên giran de berxwedan bênavber berdewam dike. Bi hezaran kesên li kolana Işik Onder hatin cem hev dê ber bi taxên di bin êrîşan de ye, ve bimeşin.
Li Nisêbînê êrîş û dorpêça li ser taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa berdewam dike. Li navçeya ku darabe nehatine vekirin, berxwedan jî bênavber berdewam dike. Bi sedan kesên bi armanca şermezarkirina êrîşan li Kolana Işik Onder hatin cem hev, dê ber bi taxên di bin êrîşan dene ve bimeşin. Girseya kom bûyî sloganên, "Em dê bi berxwedanê serbikevin" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" êrîşan protesto dike.
(kom/zt)