Dayîkên Aştî: Nebin hevkarê Erdogan
16:30
JINHA
STENBOL - Dayîkên Aştî bi armanca rakina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nûde pêkhatina mutabakatên Dolmabahçe yê, li ber Qesra Dolmabahçe yê çalakiyê rûnişkandinê pêk anîn. Çalakî bi asteng kirina polîsan ve despêkir.
Meclîsên Dayîkên Aştî ên Stenbolê bi dexwaze, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû de despêkirina gotûbêjê mutabakatên Dolmabahçe yê û rawestandina şerê li herêmê çalakiya rûnişkandinê di hefteya 4. de berdewam kir. Dayîkên Aştî ên ku li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin ba hev, parkarta li ser nivîsê "Dexwaza me maseya ku li Dolmabahçeyê hatî xistin ji nûde avakirine. Em dayîkin, Kurdin, Tirkin, Lazin û çerkezin lê dayîkin" hatin vekirin û dovîzên "Em dayîkin ne mirin, jiyanê dipejirînin", "Aştî bi muxatabê wî re tê çareserkirin, muxatab Ocalane", "Eger pêvajoya çareserî ne hatiba cemidandin, dê cenazeyê zarokan ne ketiba sarincan" hatin hildan. Polîsan xwestin çalakiya dayîkan asteng bikin û yek ji polîsan ji dayîkan re got, "Rêxistin we bi kartîne, nehêlin we bikarbînin." Dayîkên Aştiyê jî wiha bersiv dan , "Dewlet we bikartîne. Werin em bi hevre ji bo aştiyê têbikoşin. Destûrê nedin ku Erdogan we bike hevkarê xwe."
Rûxmî astengiya polîsan jî dayîkan çalakiya xwe yê rûnişkandinê pêk anîn.
(rc)