'Azadiya civakê bi azadiya jinê ve tê mîsoger kirin'

09:08

Delîla Bagok/JÎNHA

DÊRIK - Berdevka Rêxistina Yekîtiya Star û Endamê Komîteyê Amedekar yê Kongreya Suriya Demokratîk Nubuhar Mustefa derbarê pêk hatina Kongreya Suriya Demokratîk de nirxandin kir û got, "Armanca bingehîn a vê kongreyê projeyên çareseriya demokratîk li tevahî Suriyê pêşxistine."

Derbarê Kongreya Suriya Demokratîk de Berdevka Rêxistina Yekîtiya Star û Endamê Komîteyê Amedekar yê Kongrê Nubuhar Mustefa agahî da. Nubuhar Mustefa da zanîn ku, bi tevlîbûna gelek rêxistin û hêzên siyasî kongre bi gotûbêjkirinên girîng derbas bûye û wiha got, "Armanca sereke yê vê kongrê pêşkêşkirina projeyên çareseriya demokratîk li tevahî Suriyê ye." Nubuhar anî ziman ku ji ber rewşên awerte û birokratîk gelek jin nekarîne beşdarî Kongrê bibin û wiha domand: "Lê di peyamên ku ji kongrê re şandibûn de diyar kirin ku ew bi nûnertiya jinên li kongrê amedebûne bawerin û ew ê vîna wan temsîl bikin."

Nubuhar destnîşan kir ku, di kongrê li ser xalên azadiya jin hat nîqaş kirin û biryarên girîng hatin standin. Nubuhar got: "Di encamê nîqaşan de biryar hat standin ku rêjeya jin di qadên siyasî de bên zêde kirin û azadiya civakê bi azadiya jinê ve tê mîsoger kirin. Ev kongre dê bibe wesîleya berfireh kirina qadên xebatê yên jin. Bi vî aweyî jin dê li her derê Suriyê bi pergalek xweserî xebat û rêxistinbûna xwe pêk bîne. Ev yek jî wê li Suriyê bi aweyek fermî bê rêveberin. Jin bi têkoşîn û berfireh kirina rêxistinbûna xwe dê azadî û mafê jiyanê bi dest bixe."

(rc)