Cenazeya şervana YPJ'ê Melîha meheke li sînor tê ragirtin
10:53
JINHA
RIHA - Cenazeya şervana YPJ'ê Melîha Çûrûk a ku li Hesekê di encama pevçûna ligel çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye, meheke li sînor tê ragirtin û destûr nayê dayîn cenaze bê derbaskirin. Malbat got, "Em dixwazin keçê xwe li ser axên ku jê dayîkbûye oxir bikin."
Şervana YPJ'ê Melîha Çûrûk (Stêrk Serhd) a di 10'ê mijdara 2015'an di pêngava azadkirina Holê de şehîd ket, hêjî radestî malbatê nehatiye kirin. Cenazeya Melîhe ev meheke li Deriyê Sînor a Mûrşîtpinarê tê girtin. Malbatê Melîha derbarê nedana cenazeyê keça xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û dexwazê canezeyê xwe kir.
'Êşa me mezin, serê me bilinde'
Malbata Melîhe da zanîn ku keça wan a ku di oxira nirxên jê bawer dikir de canê xwe feda kir, di heman demê de ji bo wan çavkaniya rûmetê ye êşa wan gelekî mezine lê serê wan bi keça wan bilinde. Malbatê bilêv kir ku wekî malbata Stêrk Serhed ew dixwazin cenazeyê xwe werbigrin, li ser xaka ku ji dayîk bûye wê oxir bikin û ev tişt ragihandin: " Me serî li Wezareta tenduristiyê da. Di 21'ê mijdara 2015'an de berê me dan Serokwezaretiyê. Di heman rojê de me daxweznameya xwe pêşkêşî Serokwezaretiya kirin. Serokwezaretiyê bi awayekî nivîskî bersiva; 'ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û rewşa asayîşê, ji ber ku derfet nînin, der barê daxwaznameya we de Serokatiya me nikare tiştekî bike' de me."
Piştî vê bersiva malbatê di 27'ê Mijdara 2015'an de bi rêya parêzerên MEYA-DER ên Amedê serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan û heta niha ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Malbatê destnîşan kir ku ew nêzîkatiyên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî cenazeyan exlaqî nabînin û ev tişt anîn ziman: "Em bang li rayedarên dewletê dikin ku cenazeyê me bidin me. Em cenazeyê keça xwe dixwazin."
(rc)