Sê cenaze rakirin nexweşxaneya Nisêbînê

11:00

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyê 3 kesên di encama operasyona duh li gundê Çalê yê Nisêbînê pêk hatî de jiyana xwe ji dest dayîn, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Li çoltera gundê Çalê yê Nisêbîna Mêrdînê duh di seatên serê sibê de operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyona bi gelek wesayîtên zirxî û piştgiriya hewayî de bombebaran hatibû kirin. Cenazeyê 3 kesên di encama bombardimanê de jiyana xwe ji dest dayîn, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Cenazeyên otopsiya wan hate kirin, li morga nexweşxaneyê tên girtin.

Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê de jî hate ragihandin ku di operasyonê de 3'ê kesan jiyana xwe ji dest da ye lê têkildarî nasnameya wan agahî nehat dayîn.

(ekîb/rc)